Balyoza DYAyê Romanowski got: Em ê bêguman alîkariya hêzên Pêsmerge bikin

10 August 2024 18:26 0 dîtin
Balyoza DYAyê Romanowski got: Em ê bêguman alîkariya hêzên Pêsmerge bikin

PeyamaKurd - Balyoza DYAyê ya li Bexdayê Alina Romanowski got ku dê DYA bêguman alîkariya hêzên Pêşmerge bike û di mijarê de bi biryare.

Balyoz Alina Romanowski di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku ji ber konwoyekî alîkariyê ya nûh gihaye destê hêzên Pêşmerge gelek raziye û DYAyê biryarê daye ji bo têkbirina DEAŞê, wê alîkariya ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên asayîşa Iraqê xwurt bike.

DYAyê di 6ê Tebaxê de ji bo şiyanên leşkerî yên Pêşmerge zêdetir bike topên giran û gelek çeken giran da wezareta Pêşmerge.