Balyoza DYAyê: Em amade ne alîkariya Sengalê bikin
PeyamaKurd - Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Iraqê Alina Romanowski li gel şandeke civaka Êzidî civinekê pêk anî û ji bo arambûn û ewlebûna Şengal û herêmê piştgiriya xwe nîşan da.
Alina Romanowski piştî civîna bi şandeya a civaka Êzidî re, bi ser hesabê xwe yê medyaya civakî, di derbarê civînê de daxuyand ku wek DYA ew dixwazin piştgiriya kesên mexdûrên terorê bikin.
Romanowski got: “Ez şanaziyê bi vê civîna gring a berî nêzîkbûna 10emîn salvegera jenosîda Êzdiyan dikim. Ez li bendê me ku bi hevkarên xwe yên Iraqî re ji bo bîranîna vê boneyê kar bikim û ji bo tawanên wiha careke din dubare nebin piştgirîya kesên rizgarbûyî bikim.
Alina Romanowski da zanîn ku ji bo çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka penaberên Şengalê û bi taybetî jî ji bo aramiya vê navçeyê wê piştgîriya welatê xwe ji şandeya Êzidî re nîşan daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin