Balyoza DYAyê Romanowski, xelkê Kurdistanê pîroz kir

22 October 2024 00:05 0 dîtin
Balyoza DYAyê Romanowski, xelkê Kurdistanê pîroz kir

PeyamaKurd – Balyoza DYAyê ya Iraqê Alina Romanowski, bi sedema serkeftina hilbijartina parlementoya Kurdistanê ya dewra 6em, xelkê Kurdistanê û partiyên Kurdistanê pîroz kir.

Alina Romanowski, di 21 Cotmeha 2024an de di roja Yekşemê de peyamekî belav kir û ragihand ku xebatkarên misyona DYAyê, li seranserê Kurdistanê çavdêriya dengdanan ya ser sindoqan kirine û ji ber xelkê Kurdistanê girêdayê pêvajoya demokrasiyê maye, xelkê Kurdistanê pîroz kir.

Li ser mijara xwendina şopa tiliyan ya di wexta dengdanê de got ku şîreta wê ewe ku komîsyon berya hilbijartina parlementoya Iraqê ya sala 2025an, mijarê çareser bike. Romanowski behsa girîngiya damezrandina hukumeta nû ya di demekî kurt de kir û got:

“Avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê, wê bi xwe re dezgeyên demokratîk yên Kurdistanê xwurt bike, mafên mirovan pêşbixe, pêşdebirina aboriyê dê teşwîq bike û pêşî li xwurtkirina berxwedana xelkê Kurdistanê veke.”