Balyoza DYAyê hûrguliyên hevdîtinên bi serkirdetiya Herêma Kurdistanê askere kir
PeyamaKurd - Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Iraqê Alina Romanowski diyar kir ku wan ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan û di demeke nêz de lidarxistina hilbijartinan kirine.
Romanowski, di nivîsa xwe ya li ser platforma medya civakî de got: "Em bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re, ji aliyê gel û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê ve gringiya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê rawestiyan."
Balyoza DYA ya Iraqê Romanowski destnîşan kir ku ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bi awayekî zelal û dadwerî pêk bên, wek DYA ew handanê li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin ku li gel hemû partiyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê hevkariyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin