Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Romanowski qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di seredana xwe ya Bexdayê de, balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski qebûl kir. Serok Barzanî li ser seredana xwe agahiyan daye balyoza Amerîkayê ku di nav mijaran de çareseriya pirsgirêkên navbera Kurdistan û Iraqê, pêşdebirina têkiliyan, dewama diyalogan û xwurtkirina wan hene.
Li gor ofîsa serok Barzanî; serok Barzanî behsa sedema seredana xwe ya Bexdayê kiriye ku di nav wan de çareseriya pirsgirêkan, dûvçûna li pey destûrê, afirandina atmosferekî êrênî li Bexdayê û gotiye ku mijarên di rojevê de ne, di derbarê wan de ji ber niyeta Bexdayê baş bûye, seredana Bexdayê kiriye. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Li ser mijara mayîna hêzên koalîsyonê li Iraqê, serok Barzanî gotiye ku ev ne mijara partiyekiye lê mijarekî netewiye û ji bo mayîna wan, divê îstîqrar û berjewendiyên Iraqê bidin ber çav.”
Balyoza Amerîka ya li Iraqê Romanowski, gotiye ku Amerîka ji seredana serok Barzanî û çareseriya pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Iraqê, pêşdebirina têkiliyan, ji bo xwurtkirina diyalogan destekê dide Barzanî û Amerîka wan teşwîq dike.
Romanowski, ji bo wextê kirina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê razîbûna xwe ragihandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin