Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama cejna Remezanê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina cejna Remezanê peyamekî belav kir û cejnê li Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz kir. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Bi hatina cejna Remezana pîroz, ez cejna Misilmanên Kurdistanê, Îraqê û dinyayê pîroz dikim. Her weha ez cejna malbatên şehîdan, ya Pêşmergên qehreman û ya xelkê Kurdistanê pîroz dikim. Bila cejna Remezanê bo mirovahiyê aştiyê û aramiyê bîne. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku rojî û îbadetên temamê Misilmanan qebûl bike. Hêvîdarim ku ev cejn bo temamê mirovahiyê aştiyê, aramî û hûzûrê bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin