Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamên cejnê dan
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina cejna Qurbanê, peyama pîrozbahiya cejna Qurbanê da û got cejn, bila ji bo xelkê Kurdistanê bereket û hûzûrê bîne. Barzanî her weha di peyama xwe de cejna malbatên şehîdan, Pêşmergeyan, xelkê Kurdistanê û temamê Misilmanên dinyayê pîroz kir. Serok Barzanî di peyama xwe de got:
“Ez cejna Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û temamê Misilmanên dinyayê ji dil û can pîroz dikim. Cejna malbatên serbilind yên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemwelatiyên Kurdistanê pîroz dikim.
Bila cejna pîroz ji bo xelkê Kurdistanê bereketê, xweşî û hûzûrê bîne. Ji herêma me re û temamê dinyayê re aştiyê, îstîqrarê ji Xwedêyê dilovan dixwazim.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyama pîrozbahiya cejnê belav kir û xwest ku cejn ji bo xelkê bereket û hûzûrê bîne. Peyama serokê Herêma Kurdistanê ya Nêçîrvan Barzanî wehaye:
“Ez cejna hemwelatiyên Kurdistanê, ya Mislimanên Iraqê û dinyayê ji dil û can pîroz dikim. Bila cejna pîroz ji temamên terefan re aştiyê û aramiyê bîne.
Werin, em bi vê wesîlê, di jiyana me ya rojane de û di têkiliyên xwe de, bexşandin û lihevkirinê di vateya cejnê de nûh bikin. Ji bo rihekî rêzgirtin, hezkirin, alîkariyê û hevkariyê em rûpelekî nûh vekin.
Xwedê welatê me û milletê me biparêze.
Cejna we hemûyan pîroz be, her saleka we bi bereket û xweşî be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin