Balyoza DYA Alina Romanowski ji bo hilbijartinên Kurdistanê bi Fuad Husên re civiyan

13 May 2024 14:42 0 dîtin
Balyoza DYA Alina Romanowski ji bo hilbijartinên Kurdistanê bi Fuad Husên re civiyan

PeyamaKurd - Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Bexdayê Alina Romanowski îro bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiya û di derbarê mijarên sereke yên Herêma Kurdistan û Iraqê gotûbêj kirin.

Hate ragihandin ku di hevdîtina Romanowski û Husên de mijarên siberoja Mîsyona Alîkariyê ya Netewên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI), geşedanên herêmê û hilbijartinên Parlamena Kurdistanê gotûbêj kirine.

Weke tê zanîn hikûmeta Iraqê bi fermî daxwaza bidawîkirina erka UNAMIyê kiribû. Serokwezîrê Iraqê Şîa Sûdanî roja Çarşemê daxwaz ji Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres kiribû ku heta dawiya 2025an erka UNAMIyê bi awayekî mayînde bi dawî bike û gotibû; "Pêwîstiya hebûna mîsyona siyasî ya UNAMIyê li Iraqê êdî ne derbasdar e." 

Piştî vê daxuyaniya Sûdanî, Balyoza DYAyê Alina Romanowski bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiya. Romanowski piştî civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û wiha got:

“Min li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civîneke gring pêk anî û di derbarê siberoja UNAMIyê, pêşhateyên herêmî û gringiya di dema diyarkirî de lidarxistina hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.”