Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ji bo Rojava bangewazî li Erdogan kir

04 December 2022 11:02 0 dîtin
Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ji bo Rojava bangewazî li Erdogan kir

PeyamaKurd – Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ji bo êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û îhtimala operasyoneke bejahî bangewazî le Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir ku dûrî her cûre çalakiyên dijî hêzên Kurd bisekinin.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Gregory W. Meeks û Michael McCaul bi daxuyaniyeke nivîskî, bal kişandin ser êrîşa bombeyî ya 13ê Mijdarê ku li Taksîm a Stenbolê hatibû kirin û li ser kuştina sivîlan û ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê nîgeraniyên xwe anîn ziman.

Herwiha di daxuyaniyê de, ji bo êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê jî hat gotin ku êrîşên Tirkiyeyê yên ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ziyanê didin têkoşîna dijî DAIŞê û wiha hat gotin:

"Em bang li Serokomar Erdogan, dûrî her cûre çalakiyên dibin sedema pêşîgirtina xebatên Hevpeymaniya Navdewletî yên bo jiholêrakirina mayinde ya DAIŞê û jiyana sivîlan û binesaziya çavkaniyên jiyanê dikin armanc, dûr bisekinin.”

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî rêvberiya Amerîka bi tundî li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên ser Rojavayê Kurdistanê derketibû û daxwaz ji Tirkiyeyê kiribû nebe sedema têkdana îstiqrarê li herêmê.