Serokê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê hat hilbijartin

07 January 2023 15:29 0 dîtin
Serokê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê hat hilbijartin

PeyamaKurd Kevin McCarthy piştî çar roj gotûbêjên navxwe yên Komarî û 15 gerên dengdanê, weke Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê hat hilbijartin.

Berbijêrê Komariyan Kevin McCarthy ê 57 salî, roja Şemiyê 7ê Çileya 2023an, bi 216 dengan weke Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê hate hilbijartin.

Herwiha hilbijartina serokê Encûmena Nûneran di 160 salên dawî de weke hilbijartina herî dirêj tê dîtin, ji ber ku Komarî çar roj û 15 gerên dengdanê derbas kirin heta ku hin komarî tevlî McCarthy bûn û dengê xwe dan wî.