Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê: "Trump bû serokê me"
PeyamaKurd – Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson got, "Niha Trump serokê me yê hilbijartî ye."
Di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya 6ê Mijdarê de Mike Johnson gotibû ku namzedê Komarî yê Serokomariyê Trump piraniya dengan stend û bû 47emîn serokomarê Amerîkayê.
"Trump niha serokê me yê hilbijartî ye." Johnson got, "Trump amade ye ku rojeva xwe ya Amerîkî tavilê bi cih bîne."
Komarparêz di hilbijartinên Senato û Meclîsa Nûneran de jî pêşengiyê dikin.
Encamên destpêkê yên li ser hejmara kursiyên Senatoyê:
Partiya Komarî: 51 kursî
Partiya Demokrat: 41 kursî
- Encamên destpêkê yên li ser hejmara kursiyên Meclîsa Nûneran:
Komarparêz: 190 kursî
Demokrat: 159 kursî

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin