Meclisa Nûneran a Amerîkayê bi dengdanê biryar da ku Trump ji kar dûr were dûrxistin

19 December 2019 13:17 0 dîtin
Meclisa Nûneran a Amerîkayê bi dengdanê biryar da ku Trump ji kar dûr were dûrxistin

PeyamaKurd - Meclisa Nûneran a Amerîka îro bi dengdanê biryar da ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji kar dûr bixe ango wî bi fermî tawanbar bike.

Meclisa Nûneran ev biryar da, bi sedema ku Trump hêz û desthilata posta seroktiya Amerîkayê, ji bo destxistina berjewendîyên şexsî û armancên ne rewa û bi kar anî û karê Kongresê asteng kir.

Bi vî awayî, Meclisa Nûneran Serokê Amerîkayê Donald Trump ji her du xalên ku li dijî wî hatine pêşkêş kirin, bi fermî tawanbar kirin.

‘Heya niha Johnson û Clinton ji bo kar bên avêtin hatibûn tewanbar kirin’

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heya niha tenê du serokên Amerîkî: Andrew Johnson û Bill Clinton ji bo kar bên avêtin hatibûn tewanbar kirin,lê Meclisa Senatoran ji bo her duyan jî biryar dabû ku ew ji kar neyên dûrxistin.Trump dibe serokê sêyê ku ji alîyê Meclisa Nûneran ya Amerîkî ve tewanbar tê dîtin ku ji kar bê dûrxistin.

‘Ev biryara Partiya Demokrat întîxareke siyasî ye’

Dema ev biryara Trump bo pejirandinê ji senatoyê re dihat şandin ew li Michiganê mîtîngeke hilbijartinê li dar dixist. Trump li wê mîtîngê derbarê biryarê de axivî û got, “Ev pêvajoya ji kar dûrxistinê ya nerewa ya Partiya Demokrat întîxareke siyasî ye. Divê ew werin dûxistin. Yeko yeko divê ew bêne dûrxistin.”