Meclisa Nûneran a Amerîkayê 300 milyon dolar alîkariya nû bo Ukraynayê pejirand
PeyamaKurd – Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeqanûnek ji bo dayîna 300 milyon dolar alîkariya nû ji Ukraynayê re pejirand.
Meclisa Nûneran deng da pêşnûmaya ku ji butçeya Wezareta Parastinê (Pentagon) hat cudakirin û veguherî pêşnûmeya nû, ku tê de 300 milyon dolar alîkarîya nû ji Ukraynayê re tê dayîn.
Di dengdana dereng de pêşnûme bi 311 dengên “erê” li hember 117 dengên “na” hat qebûlkirin.
Di budçeya Pentagonê ya sala 2024an de cihgirtina alîkariya ji bo Ukraynayê di navbera Komarî û Demokratan de bû sedema aloziyê.
Herwiha butçeya Pentagon û Wezareta Karên Derve hate pejirandin
Ji aliyê din ve piştî ku alîkariya Ukraynayê ji pakêtê hat derxistin, Meclîsa Nûneran jî budçeya 826 milyar dolarî ya Pentagonê pesend kir.
Lêbelê, hate destnîşan kirin, ev pejirandin wê pêşî li girtina potansiyel a li welêt neke.
Meclîsê jî butçeya Wezareta Karên Derve pesend kir.
Ji ber nakokiya butçeyê ya di navbera Komarparêz û Demokratan de hikûmeta Amerîka di xetereya girtina xwe de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin