Amerîkayê ji bo welatekî biryara firotina bi 360 milyon dolaran a çek û balafiran da
PeyamaKurd - Ajansa Hevkariya Ewlekariya Berevaniyê ya Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê firotina balafirên bê mirov û moşekan bo Taywanê bi bihayê 360 milyon dolaran pejirand.
Wezareta Berevaniyê ya Taywanê jî ji bo hewldanên Amerîkayê yên ji bo zêdekirina firotina çekan bo giravê spasiya xwe anî ziman.
Hêjayî gotinê ye, Çînê piştî sondxwarina serokê nû yê Taywanê Lai Ching-te zexta leşkerî li ser Taywanê zêde kiribû.
Pentagonê daye xuyakirin, ev firotin “dê alîkariya bihêzkirina ewlekariya wergir û parastina aramiya siyasî, hevsengiya leşkerî û pêşketina aborî li herêmê bike.”
Li gorî ajansê, firotina Switchblade 300 cebilxaneyên dijî personel û dijî zirxî û alavên pêwendîdar bi bihayê texmînkirî 60,2 milyon dolaran û balafirên bê mirov û alavên pêwendîdar jî bi bihayê texmînkirî 300 milyon dolaran be.
Wezareta Berevaniya Taywanê, bi taybetî ji bo hewldanên zêdekirina firotina çekan spasiya xwe Amerîkayê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin