Tirkiyeyê bertek nîsanî biryara Amerîkayê ya firotina çekan bo Qibrisê da
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê biryara Amerîka ya firotina çekan û dayîna perwerdeya leşkerî ji Rêveberiya Qibrisê ya Yûnan a Başûrê Qibrisê re şermezar kir û diyar kir ku ev gav wê çekan li giravê zêde bike.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê doh bertek nîşanî biryara DYAyê ya firotina çekan a ji bo Komara Qibrisê (Kibrisa Başûr) da û got, “Em biryara DYAyê ku Rêveberiya Qibris a Yûnan a Qibrisa Başûr weke ji bo firotina çekan û perwerdeya leşkerî welatekî guncav nîşan da, şermezar dikin."
Wezaretê derbarê biryara Amerîkayê ya firotina çekan bo Qibrisê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniya doh de ev hatin gotin:
"Em biryara Amerîkayê ya doh hat weşandin û Rêveberiya Qibrisê ya Yûnan ji bo firotina çekan û perwerdehiya leşkerî wek welatekî guncav destnîşan kir, şermezar dikin. Em vê biryara ku wê xebatên çekdarî yên li giravê zêde bike wek xeletiyeke mezin dinirxînin."
Di daxuyanîya ku hat dayîn de bal hat kişandin ser girîngiya tevgerîna bi aqil û wiha hat gotin, "Em li bendê ne ku rêveberiya nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku wê di demek nêzîk de dest bi wezîfeyê bike, ji vê gava xelet a Serokomarê heyî paşve vegere. Weke welatê dayik û dewleta garantor Tirkiye, em ê piştgiriyê bidin gavên ku TRNC wê bidomîne ji bo zêdekirina kapasîteyên xwe yên berevanî û bergiriyê."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden biryarek derxist ku li gorî Qanûna Alîkariya Derve ya sala 1961ê destûr dide Qibrisê ku "materyal û karûbarên parastinê" ji Dewletên Yekbûyî werbigire.
Di daxuyaniya Qesra Spî ya derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Pêşkêşkirina malzemeyên parastinê û xizmetên ji bo Komara Qibrisê wê ewlekariya DYAyê xurt bike û aştiya dinyayê piştgirî bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin