Tirkiyeyê, bertek nîsanî biryara Talîbanê da
PeyamaKurd- Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, bertek nîşanî biryara qedexeya rêveberiya Talîbanê ya li dijî perwerdehiya jinan da.
Li ser biryara Rêveberiya Talîbanê ku daxwaz kiribû xwendina xwendekarên jin, li zanîngehan bê rawestandin, ji aliyê Tirkiyeyê ve jî bertek hatin nîşandan.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî bertek nîşanî biryara qedexeyê da û bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ev bertek nîşan da:
"Rêveberiya Talîbanê, bi biryara qedexekirina ketina zanîngehên xwendekarên jin ên li Efxanîstanê, biryareke li dijî ruhê îslamê ye. Cihê vê qedexeyê, di ola Îslamê de tuneye.”
Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Demkî ya Talîbanê Hafiz Ziya Haşimî, ji hemû zanîngehên giştî û taybet ên welêt re talîmatên perwerdekirina keçên ciwan şandibû û xwestibû ku bi biryara Lijneya Wezîran, xwendina xwendekarên jin ên li zanîngehan heta daxuyaniyeke duyemîn hatiye rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin