HEDEPê bertek nîsanî biryara dadgehê ya li ser TTBê da

01 December 2023 14:05 0 dîtin
HEDEPê bertek nîsanî biryara dadgehê ya li ser TTBê da

PeyamaKurd – Di daxuyaniya ku ji aliyê HEDEPê ve derbarê biryara betalkirina endamên Konseya Navendî ya TTBê hat dayîn de wiha hat gotin: “Ev berdewamiya darbeya qeyûman e. Erka hemû hêzên demokrasiyê ye ku li hemberî vê darbeyê bê, lê rawestin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) bertek nîşanî biryara betalkirina endamên Meclîsa Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) da.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê partiyê yê medyaya civakî hat dayîn de ev tişt hatin gotin:

“Ji kar avêtina endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk, darbeyeke nû ya hikûmetê ye bi rêya darazê, berdewamiya darbeya qeyûman e. Ev biryara ku vîna bijişkan desteser dike sûc e. Erka hemû hêzên demokrasiyê ye ku li hemberî vê darbeyê bê lê û lê rawestin. Em li cem TTBê ne."

"Em ê li dijî bêhiqûqiyê bin"

Hevserokê Giştî yê HEDEPê Tuncer Bakirhan di peyama xwe de wiha got: “Em qet ji kar avêtina Endamên Konseya Navendî ya TTBê qebûl nakin! Rêzeya darbeyan berdewam dike. Niha li hemberî TTBya ku mafê civakê yê tenduristiyê diparêze û berdêlên mezin dide vê jî darbe tê kirin. Bi vê biryarê re zemîneya tayînkirina qeyûmê li TTBê tê amadekirin” û wiha dewam kir:

"Biryara TTBê mînaka herî dawî ya jehrîkirina desthilatdariyê ye ku ji aliyê hikûmetê ve tê jiyîn û bi komplo û mêtingeriya bê hiqûqî li her qadên têkoşînê yên li welat belav bûye. TTB demokrasî û edaletê li welat bi taybet pîşeya xwe diparêze.

Em ê li dijî bêhiqûqiya ku diqewime bisekinin. Em ê piştgiriyê bidin têkoşîna bi rûmet a TTBê.”