Amerîkayê bertek nîsanî plana Misrê ya ji bo Xezeyê da
PeyamaKurd – Qesra Spî ragihand ku plana ji bo Xezeyê ku duh li ser pêşniyara Misrê ji aliyê welatên Ereb ve hat qebûlkirin, rastiya herêmê nîşan nade.
Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Brian Hughes di daxuyaniyeke nivîskî de got,
“Pêşniyaza heyî rastiya ku Xezeyê nîşan nade ku niha bê nîşteceh e û nîştecihên wê nikarin bi awayekî mirovî li herêmekê bijîn ku dûr bin ji bermah û cebilxaneyên neteqiyayî.”
Hughes diyar kir ku ew li pişt feraseta Serok Trump a ji nû ve avakirina Xezeyê disekine û wiha got:
“Em li hêviya hevdîtinên nû ne ku dê aştî û bextewariyê bînin herêmê.”
Wezareta Derve ya Îsraîlê jî bertek nîşanî vê planê da. Di daxuyaniya wezaretê de biryara ku mayîna li ser hikum a Hemasê ya di çarçoveya planê de hat rexnekirin û hat destnîşan kirin ku plan “li ser bingeha perspektîfên kevnar hatiye avakirin.”
Rêberên Ereb roja Sêşemê planek pejirand ku xercê wê 53 milyar dolar e û bêyî koçkirina Filistîniyan, Xezeyê ji nû ve ava bike.
Serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî, duh piştî ku dawî li civîna rêberên Ereb a li Qahireyê, ragihand ku welatê wî plana ji bo Xezeyê qebûl kiriye.
Sîsî di lûtkeyê de got diyar kir, “Ew di wê baweriyê de ye ku Trump dikare aştiyê bîne Xezeyê ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê wêran bûye.”
Ebdilfetah el-Sîsî herweha destnîşan kir ku Misir bi Filistîniyan re kar dike ku komîsyoneke îdarî ya ku ji teknokratên Filistînî yên serbixwe û pispor pêk tê ava bikin da ku piştî bidawîhatina şerê Îsraîl û Xezeyê birêveberiya Xezeyê bixe.
Serokê Misirê got ku komîsyon dê ji alîkariyên mirovî û birêveberiya demkî ya Xezeyê berpirsyar be.
Serokwezîrê Filistînê Muhammed Mustafa got ku fona ji nû ve avakirinê hewcedarê piştgirîya darayî ya navneteweyî ye.
Plana ji nû ve avakirina Xezeyê ya Misrê belgeyek 112-rûpelî ye ku nexşeyên ka dê çawa erd were veguheztin û wêneyên ku ji hêla hişê çêkirî ve tê de cih digirin ku yên xanî, baxçe û navendên civakê ne.
Di planê de bendereke bazirganî, navendek teknolojiyê, otêlên beravê û balafirgehek jî heye.
Hemasa ku ji sala 2007an vir ve Xeze bi rê ve dibir, bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan pêşniyara Misrê qebûl kiriye.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Misrê Bedr Ebdulatî derengiya roja Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku navên kesên ku dê beşdarî komîsyonê bibin hatine diyarkirin.
Serokê Filistînê Mehmûd Ebas got ku ew plana Misrê pêşwazî dike û ji Trump xwest ku piştgirîya planeke wiha bike, ku tê de Filistînî ji cih û warên xwe nabin.
Plana Xezeyê ya Serok Trump ku meha borî hatibû pêşniyarkirin ji hêla gelek welatan ve rastî nerazîbûnê hatibû.
Misir, Urdun û welatên kendavê ev nêzî mehekê ne ku li ser çareseriyeke alternatîf a ji bo plana Xezeyê ya Trump bi hev dişêwirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin