Çînê, bertek nîsanî Amerîkayê da: Biryara xwe betal bikin

04 September 2022 17:31 0 dîtin
Çînê, bertek nîsanî Amerîkayê da: Biryara xwe betal bikin

PeyamaKurd- Ji Berdevkiya Balyozxaneya Çînê ya Washingtonê, li ser erêkirina firotina moşekan a ji bo Taywanê, bertek hat nîşandan. Ji aliyê berdevkiyê ve bang li rayedarên Amerîkayê hat kirin ku biryara firotina moşekan, demildest betal bikin.

Rayedarên Amerîkayê, roja înê bi buhayê 1,1 milyar dolaran, firotina moşekên Harpoon û moşekên Sidewinder, erê kiribû.

Li ser vê biryarê, ji aliyê Çînê ve bertekek tund hat nîşandan û li ser mijarê, bang li rayedarên Amerîkayê hat kirin ku biryara xwe betal bikin.

Berdevkê Balyozxaneya Çînê ya Washingtonê Liu Pengyu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û got,

“Divê Amerîka, biryara erêkirina firotina moşekan, demildest betal bike. Firotina moşekan a Taywanê, zerarê dide aştiya Kendava Taywanê û di heman demê de dibe nîşaneya ku destwerdana karên Çînê tê kirin. Ev biryar, li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Çîn, dê ji bo vê helwestê, biryarên rewa û pêwîst bide.”