Amerîkayê, bertek nîsanî Çînê da: Pistgiriyê dike!

28 February 2023 14:30 0 dîtin
Amerîkayê, bertek nîsanî Çînê da: Pistgiriyê dike!

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir ku Çîn xwe wekî “navbeynkarekî dilsoz” a di şerê sar de nîşan daye, lê piştgiriya wê ya dîplomatîk a ji Rusyayê re didome.

Ned Price, di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Çîn di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de xwe wekî navbeynkarekî rastgo nîşan dide, lê piştgiriya wê ya dîplomatîk a ji Rusyayê re berdewam e. 

Price bal kişand ku Çînê heta niha çek nedane Rusyayê û got,

"Lê ew difikirin ku vê jî bikin."Çîn, hewil dide ji cîhanê re nîşan bide ku di şerê Rusya û Ukraynayê de cih nagire, lê piştgiriya dîplomatîk, siyasî û aborî dide Rusyayê.”