Çînê bertek nîsanî biryara NY ya li dijî Rûsyayê da
PeyamaKurd-Wezareta Karên Derve ya Çînê li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Rûsyayê derket. Wezareta Derve ya Çînê ragihand, rawestandina biryara endamtiyê ya konseya mafên mirovan, ‘gaveke dijyasayî û siyasî ye’.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Cao Licien, li ser biryara NYê da zanîn ku Çîn di babetên mafên mirovan de durûtiyê û bikaranîna vê babetê ya li dijî welatan qebûl nake. Cao Licien got, dê ev biryar bibe sedem ku hêrsa navbera Moskow û Kievê zêdetir bibe.
Duh di Lijneya Neteweyên Yekbûyî de li ser rawestandina endamtiya Rûsyayê ya ji konseya mafên mirovan dengdayîn çêbûbû. Ji 175 welatan, 93 welatan dengê ‘erê’ bi kar hanîbû.
wezareta Çînê ragihand, rawestandina biryara endamtiyê ya konseya mafên mirovan, ‘gaveke dijyasayî û siyasî ye’.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin