HDPê bertek nîsanî biryara AYMê da: Derbeyeke dijî Kurdan û xespkirina heq e!
PeyamaKurd – Piştî biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê (AYM) ya blokekirina hesabên bankê yên alîkariya xezîneyê yên HDPê, HDPê bertek nîşan da.
HDPê di yekem daxuyaniya xwe ya li ser medya civakî de, biryara rawestandina alîkariyên xezîneyê wekî biryareke bi fermana deshilatdariyê hatiye wergirtin bi nav kir û got, “Ev xespkirina heq e. Ev biryar, mebesta wê astengkirina proseya demokratîk a hilbijartinê û tunehesibandina îradeya hilbijêran e. Ev biryar pêşiya windakirina deshilatdariya wan û pêşiya serkeftina me ya mezintir nagire! Xep heye.”
Parlamenterê HDPê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî li parlamentoyê derbarê biryarê de axaftinek kir û got, bi fermana deshilatê tê xwestin xelk were terbiyekirin û got, ev biryara hatiye dayîn li dijî îradeya kurdan darbeyek nû ye.
Togrul pirs kir: ‘Ji bo HDP alîkariyê wernegire, bi lez û bez ev biryar dan. Li tu deverê dijminatiyek wiha nehatiye dîtin. Em carek din dipirsin; Gelo AYM di bin fermana kê de dixebite? Lê em ê dawî li vê zilma wan bînin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, rûniştina doza girtina HDPê 6ê Çileyê birêve diçe û beriya wê rûniştinê Serdodozgerê Komarê Bekîr Şahîn ku doznameya girtina HDPê pêşkeşî Dadgeha Bilind kiriye, 19ê Kanûna 2022an daxwaza blokekirina hesabên HDPê ji AYMê kiribû. AYMê ev biryar nedane, biryar bû heta 10ê Çileyê pereyên alîkariya xezîneyê bikevin hesabên bankê yê HDPê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin