HDPê bertek nîsanî biryara YSKê da: Li hember zextan serî tewand
PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê bertek nîşanî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ya betalkirinê daye.
HDPê li dijî biryara YSKê ku piştî îtiraza AKPê, hilbijartinên Stenbolê betal kiribû bertek nîşan da û destnîşan kir ku dozgeran careke din serî li ber desthilata siyasî tewandine.
Lijneya Bilind Biryargeha Navendî (MKYK) a HDPê ragihand ku ew dê îro (07.05.1987) bi awayekî derasayî civînekê li dar bixin, “YSKê hiqûq binpê kiriye, xwe înkar kiriye û serî li hemberî zextên desthilatê tewandiye û biryarek wergirtiye ku haveynê meşruîyeta demokratîk tê de tun ye. Dozgeran careke din, pêş bişkokên cubbeyên xwe girtine, nirxên wijdanî û hiqûqî pêpês kiriye.”
YSK, hukuku çiğneyerek, kendini inkar ederek ve iktidar baskısına boyun eğerek, zerre kadar demokratik meşruiyeti olmayan bir karar almıştır. Hakimler bir kez daha cübbelerini iliklemiş, vicdani ve hukuki değerleri yok saymıştır. pic.twitter.com/UwTe7ww66t
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 6 Mayıs 2019
Ji aliyê din ve Hevserokê Rûmetê yê HDPê Ertugrul Kurkçu jî daxuyaniyek da û diyar kir ku HDPê piştî biryara YSKê jî bi awayekî tarîxî û mentiqî li ser heman xeta xwe ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin