Amerîka û YEyê bertek nîsanî êrîsa Îsraîlê ya li dijî Beyt Lehyeyê da
PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî avahiyeke niştecihbûnê ya li herêma Beyt Lehyeyê ya li bakurê Xezeyê şermezar kir. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî êrîş, weke “bûyereke tirsnak û encameke hovane” bi nav kir.
Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de êrîşa artêşa Îsraîlê ya serê hefteyê ya li ser herêma Beyt Lehyeyê ya li bakurê Xezeyê şermezar kir. Borrell, diyar kir ku prensîbên hevsengiyê û parastina sivîlan “bi hovane hatin paşguhkirin” û got, “Hemû cîhan bi tirs li dîmenên Beyt Lehyeyê temaşe dike. Di êrîşeke din a artêşa Îsraîlê de herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest da. Em ê dest ji şermezarkirinê vê yekê bernedin û daxwaza berpirsyariyê dikin.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de êrîşa ku tê de herî kêm 100 sivîlan canê xwe ji dest da, weke “bûyereke hovane û encameke hovane” bi nav kir û got ku rêveberiya Biden ji bo agahiyê wergire bi hikûmeta Îsraîlê re têkilî daniye.
Dema ku dorpêçkirina Îsraîlê ya li bakurê Xezeyê berdewam dike; Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya roja sêşemê de ya li dijî avahiya sivîlan a li bajarokê Beyt Lehyeyê herî kêm 93 filistînî mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin