Ebdulmehdî bertek nîsanî êrîsa ser Balyozxaneya Amerîka da

27 January 2020 17:30 0 dîtin
Ebdulmehdî bertek nîsanî êrîsa ser Balyozxaneya Amerîka da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê yê karvekêşayî Adil Ebdulmehdî derbarê êrîşa şeva borî ya moşekan bi ser herêma kesk a Bexdayê û Balyozxaneya Amerîkayê de daxuyanî da.

Adil Ebdulmehdî bertek nîşanî êrîşê da û got; “Hikumet bi parastina şandeyên dîplomasiyê yên welatên di nava xaka Iraqê ve girêdayî ye. Ji bo ku careke din bûyerên bi vî awayî dubare nebin, fermana lêgerînê hatiye dayîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, bûyerên bi vî awayî metirsiyê li ser Iraqê çêdikin û welat dixin nava şerê aliyan.