Balyozxaneya Îsraîlê bertek ji êrîsa ser goristina Cihûyan a Stenbolê re nîsan da
PeyamaKurd – Balyozxaneya Îsraîlê ya li Tirkiyê li ser êrîşa ruxandina gorên li Goristana Cihûyan a Haskoy ya Stenbolê bertek nîşan da û xwest, berpirsên wan êrîşên nefretê radestî edaletê bên kirin.
Li Goristana Haskoyê ya Stenbolê ku wek goristana 500 salî ya Cihûyan tê zanîn, gelek kêlên goristanê hatin şikandin û xerakirin.
Hat zanîn ku 40 kevirên mezelan hatine şikandin ku beriya çend salan jî êrîşeke bi vî awayî hatibû li wê goristanê hatiye kirin.
Emniyeta Tirkiyê ragihandiye ku kesên êrîşî goristanê kirine 5-6 zarok in û temenê wan ji 18 salî biçûktir in û derbarê êrîşê de lêkolîn û lêpirsîna xwe didomînin.
Balyozxaneya Îsraîlê ya li Tirkiyê jî li ser hesabê medya civakî peyamek belav kir û nerazîbûn nîşanî wê êrîşê da.
Di peyamê de hatiye gotin, “Em li hemberî bêrêzî û çalakiyên barbarî yên dijî Goristana Cihûyan a Stenbolê gelek şaş man û pir xemgîn bûn. Em hêvî dikin, berpirsên van cûre çalakiyên nefretê werin dîtin û radestî dadweriyê bên kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin