Ji Erdogan berteka kustina Aysenur Ezgî Eygî: Êrîsa hovane ya Îsraîlê nalet dikim

06 September 2024 21:38 0 dîtin
Ji Erdogan berteka kustina Aysenur Ezgî Eygî: Êrîsa hovane ya Îsraîlê nalet dikim

PeyamaKurd – Serorkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bertek nîşanî kuştina hemwelatiya Tirk Ayşenûr Ezgî Eygî da ku di xwepêşandaneke Şerîda Xezeyê de bi guleya leşkerê îsraîlî hate kuştin.

Hemwelatiya Tirk û aktivîsta Filîstînê Eygî, di xwepêşandana li bajaroka Beyta ya Şerîda Xezeyê de ku Îsraîl protesto dikir, bi guleya rastîn a leşkerê Îsraîlê hatibû kuştin.

Erdogan, peyamek li ser medya civakî belav kir û bertek nîşan kuştina Ayşenûr Ezgî Eygî ya 26 salî da û got, “Destwerdana Îsraîlê ya hovane ya dijî protestoya sivîl a dijî dagirkeriyê nalet dikim û ji Xweda rehmetê ji hemwelatiya me Ayşenûr Ezgî Eygî re dixwazim.”

Erdogan herwiha diyar kir, ew ê li her platformê hewlên xwe bidomînin da ku Îsraîl li ber hiqûqê hesabê kuştina 41 hezar filîstîniyan bide.