Kiliçdaroglu bersiva gefên Erdogan ên bo Sezgîn Tanrikulu da: Qesta te bi dewletê çi ye?

15 September 2023 20:18 0 dîtin
Kiliçdaroglu bersiva gefên Erdogan ên bo Sezgîn Tanrikulu da: Qesta te bi dewletê çi ye?

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, bersiva gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ên bo parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgin Tanrikulu da.

Erdogan piştî ku hefteya borî daxwaza cezakirina Tanrikulu kiribû, doh jî di bernameyekê de gotibû: "Parlamenterê qaşo, lê bixwe miswedeya terorîst e, çawa heqaretan li Mehmetcîkê min dike. Berpirsiyariya me ye ku em wek dewlet û darazê dersa wî bidinê.”

 Kiliçdaroglu îro 15ê Îlonê bersiva Erdogan da û diyar kir, “Gelo qesta te ya bi dewletê çi ye? Tu gefê dixwî? Gelo van karan hê jî SADAT dike? Tu hay jê heyî ku rewabûna te ya siyasî Siyasi û ehlaqî nîne. Li gor vê tevdigerî. Lê meqamê te edaletê emr dike. Ji bîr neke. Komara Tirkiyê dewleta hiqûqê ye.”

Hêjayî gotinê ye, Kiliçdaroglu li ser lînçkirin û vekirina dozê bi hinceta heqareta li artêşa Tirkiyê, hefteya borî bêdeng mabû û tenê gotibû, berdevkê partiya wan daxuyanî daye. Berdevkê partiyê Faîk Oztrak jî gotibû, ew gotinên Tanrikulu yên derbarê TSKê de ku artêşê dixe bin tohmetê qebûl nakin.

Tanrikulu çi gotibû?

Sezgîn Tanrikulu çend roj berê di bernameyeke TV100ê de bi belgeyên Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) yên Tirkiye hatibû darizandin û cezakirin, rexne li kiryarên berê yên artêşa Tirkiyê girtibûn.

Tanrikulu bal kişandibû ser avêtina 15 welatiyên Kurd ji helîkopterê di salên 90î de û  gotibû: “Doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi encam bûye û Hêzên Çekdar ên Tirk gundê wan jî şewitandiye û bombebaran kiriye."

Piştî van gotinan kampanyayeke lînçkirinê li dijî Tanrikulu hatiye destpêkirin û herwiha doz lê hatin vekirin. Sezgîn Tanrikulu jî bi belgeyên DMMEyê û delîlên doza navborî li ser medya civakî daxuyanî da.

Tanrikulu got, “Heqîqetên berê, bi pozîsyonên niha yên siyasî nayên veguhertin û guhertin. Zihniyeta ku niha hewl dide min lînç bike, wê piştî deh salan yên qala hebûna komkujiya Roboskê bikin jî lînç bike. Lê belê heqîqet bi lînçkirina we ji holê ranabin.”