Yunanîstanê, bersiva gefên Erdogan da

11 December 2022 20:30 0 dîtin
Yunanîstanê, bersiva gefên Erdogan da

PeyamaKurd- Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Miçotakis, li ser gefên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên li dijî Yunanîstanê axivî û da zanîn ku divê ev gef cidî bên dîtin.

 Miçotakis, ji bo çapemeniya Alman axivî û rewşa navbera Turkiye û Yunanîstanê nirxand. Serokwezîrê Yunanîstanê gotina Erdogan a "Em dikarin şevekê ji nişka ve werin" hanî rojevê û diyar kir ku ev yek wekî gef e û divê cidî bê girtin.

Serokwezîrê Yunanîstanê, li dijî van gotinan bertek nîşan da û got,

“Gefên bi vî rengî, divê gelek cidî bên girtin. Min bi zelalî da zanîn ku ez her tim deriyê xwe ji bo diyalogê vekirî dihêlim. Yê ku naxwaze bi min re hevdîtinê bike, Erdogan e." 

Miçotakis di derbarê Deryaya Egeyê de jî got, "Erdogan li serweriya giravên Yunanîstanê dipirse. Heger Tirkiye bixwaze her tiştî deyne ser maseyê û li ser mijarên ku 100 sal berê hatine çareserkirin muzakereyê bike; bila bibore, ez nikarim li ser vê yekê bikevin nav diyalogê.”