Rûsyayê bilez bersiva gefên Erdogan da: Senaryoya herî xirab e!..

19 February 2020 15:48 0 dîtin
Rûsyayê bilez bersiva gefên Erdogan da: Senaryoya herî xirab e!..

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov piştî gefên operasyon û şerê rejîma Sûriyê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan demildest bersiv da rojnamevanan.

Erdogan îro di koma partiya xwe de gotibû, “Êdî em hişyariyên dawî didin. Mixabin em ne li Tirkiyê ne jî li Rûsya heta niha negihîştin encama ku em dixwazin. Tirkiyê ji bo mijara Idlibê her cure amadekariyên xwe kirine. Şevekê ji nişka ve dibe em bikevinê. Operasyona Idlibê kêlî berî kêliyê ye. Em bi biryar in Idlibê ji bo Tirkiyê hem jî ji bo herêmê û gelê wir bikin cihekî ewle.”

Peskov li ser van daxuyaniyên Erdogan got, “Li dijî artêşa rewa ya Sûriyê operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê bijarde û senaryoya herî xirab e.”