Miçotakis bersiva gefên Erdogan da: Cîraneke me ya îzolebûyî û hêrs heye!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Miçotakis, li ser gef û daxuyaniyên doh 9ê Hezîranê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku li ser leşkerkirina giravên Yûnan gefa destwerdana leşkerî xwaribû daxuyanî da.
Miçotakis li ser Twitterê bersiva Erdogan da û got, “Cîraneke me ya bi qasî ku îzole bûye ew qas jî hêrs heye.”
Miçotakis diyar kir, ji bo li hember cîraneke nayê pêşbînikirin çi bike û ji bo jiyaneke rojane ya bê pirsgirêk dem dema hevgirtina netewî ye.
Herwiha Miçotakis bal kişand ser şerê Ukrayna-Rûsya û got ku hîn ew şer dewam dike, krîz û aloziyeke bêmînak a enerjîyê û xidayê heye, li seranserê Ewropayê jî enflasyoneke bandorê li her malê dike heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin