Erdogan, di ser Îmamoglu re bersiva Kiliçdaroglu da

21 December 2022 18:30 0 dîtin
Erdogan, di ser Îmamoglu re bersiva Kiliçdaroglu da

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di derbarê gotinên Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu yên di derbarê Îmamoglû de axivî.

Recep Tayip Erdogan, di civîna koma partiya xwe ya heftane ya li Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê de di derbarê rojevê de nirxandin kirin.

Serokomarê Tirkiyeyê, li ser maseya 6 qorî jî nirxandin kirin û da zanîn ku li ser wê maseyê, ji her seriyek dengek derdikeve.

Erdogan di dewama axaftina xwe de wiha got:

“Ev gel, dê siberoja xwe radestî maseyeke xerîb neke ku ji 6 seriyan 6 dengên cuda derdikevin, her kes li pişt hev û din dek û dolaban dizivirîne û kêşe bi dengekî bilind berz dibin. Kesê ku hefteya borî ji ber heqareta li dadweran, ango ne ji ber helwesta xwe ya siyasî, ji ber çalakiya xwe ya ferdî, ji ber helwestên li ser vê mijarê ceza lê hat birîn.

Hûn li kesên ku qedexeyê bi coşeke pêbawer pîroz dikin û hev û din hembêz dikin, digerin? Hûn li serokên ku li ser medyaya civakî agahiya mîtîngê bihîstine digerin? Hûn li endezyarên siyasî digerin? Hûn li biyaniyên ku sûcê ferdî ji bo manîpulekirina siyasetê li welatê me bi kar tînin digerin?

Serokomarê Tirkiyeyê, di dewama axaftina xwe de got, “Ew kesayetê ku serperiştiya CHPê dike, duh derketiye û dibêje; ‘em wekî bab û law in.’ Ya rast, dema ku me ev hevok bihîst, me jî di nava xwe de got ku Kemal Beg, li lawê xwe xwedî derkeve. Ew li peyî wê yekê ye ku ji bo xwe mezinên nû peyda bike. Lîstîkên maseya 6 qorî jî lîstikên kesên ku li derdorê ji bo ji xwe re rêyan vekin jî me eleqe nakin. Em ê li karê xwe binihêrin.”