Erdogan, doz li Ozel û Îmamoglu vekir

02 November 2024 16:00 0 dîtin
Erdogan, doz li Ozel û Îmamoglu vekir

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de ji ber îfadeyên wan ên piştî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer dabûn doz vekir.

Di serlêdana sûc de ku ji aliyê parêzerê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan Ahmet Ozel ve pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Anadoluya Stenbolê hat kirin, hat îdiakirin ku Ozgur Ozel di axaftina xwe ya li ber Şaredariya Esenyurtê de rasterast Erdogan bi gotinên nebaş kiriye hedef. Di daxwaznameyê de ku tê îdiakirin ku Ozel bi eşkere li dijî îtîbar û namûsa Serokomariyê ku meqama herî bilind a Komara Tirkiyeyê ye sûc kiriye.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglu de bi hinceta ku di axaftina xwe ya ji bo protestokirina girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de sûcên derew û îftîrayê kiriye, bi heqê 1 milyon lîreyê tirk, doza madî vekir.

Daxwaznameya ku ji aliyê parêzerê Erdogan Ahmet Ozel ve pêşkêşî Dadgeha Cezayê Anadoluyê ya Stenbolê hat kirin, tê gotin ku şaredarê Stenbolê Îmamoglû, di mîtînga ku di 31ê cotmehê de ji bo şermezarkirina girtina Ozer hat lidarxistin, îftira û heqaretên bêbingeh li Erdogan kirine û mafên kesayeta Erdogan hatine binpêkirin

Di daxwaznameyê de hat gotin ku Îmamoglû bi armanca ku bi awayekî eşkere serokkomarê Tirkiyeyê şermezar bike tevgeriyaye. Di daxwaznameyê de hat îddîakirin ku gotinên Îmamoglû yên “destê bidar” û “hikûmeteke ku tevgerên tarî dişopîne” yên li hemberî Erdogan armanca xwe derbas kirine û ne tenê îtibara Erdogan binpê kirine, di heman demê de raya giştî teşwîqî nav kîn û nefretê kiriye rastî berovajî kirine.