Erdogan pistgirî da banga Bahçelî ya ji bo ‘Ocalan’: Me pencereya firsendeke dîrokî vekir!

22 October 2024 16:29 0 dîtin
Erdogan pistgirî da banga Bahçelî ya ji bo ‘Ocalan’: Me pencereya firsendeke dîrokî vekir!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, banga Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ya bo Abdullah Ocalan nirxand û got, “Me pencereyeke firsendeke dîrokî vekiriye, divê ji hêrsê re neyê qurbankirin.”

Devlet Bahçelî îro 22yê Cotmehê di axaftina koma partiya xwe ya parlamentoyê de ji bo Ocalan gotibû: "Ger tecrît bê rakirin, bila were li parlamentoyê biaxive, bidawîbûna terorê û hilweşîna rêxistina xwe ragihîne. Ger van bike, bila pêşiya mafê hêviyê (ji hêla hiqûqî ve derketina wî ya ji girtîgehê)  jê re bê vekirin”.

Piştî van gotinên Bahçelî ku karvedaneke mezin bi xwe re anî, DEM Partî û CHPê jî ragihand ku ew dê tiştê bikeve ser milê wan bikin û navnîşana çareseriyê jî bi giştî parlamento hate nîşandan.

Serokomar Erdogan jî piştî daxuyaniyê Bahçelî, di civîna rêxistina bajaran a partiya xwe AK Partiyê de axivî û wiha got: “Me pencereya firsendeke dîrokî vekiriye, divê ji hêrsê re neyê qurbankirin. Werin em ligel saziya siyasetê, meclîs, civaka sivîl, çapemenî û akademîyê Tirkiyeyeke bêyî terorê ava bikin. Di dahatuya Tirkiyê de cihê terorê tune ye. Werin em hemû bihevre Tirkiyeyeke teror û tundî lê tune ye ava bikin.”