Erdogan li ser banga Bahçelî, got: Em pê re hevaheng in

27 November 2024 13:27 0 dîtin
Erdogan li ser banga Bahçelî, got: Em pê re hevaheng in

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdogan, îro di koma civîna partiya xwe AKPyê de li ser banga serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku duh di civîna partiya xwe de gotibû “Bila tavilê Partiya DEMê û Ocalan hevpeyvîneke rû bi rû pêk bînin,” got:

“Em bi birêz Bahçelî re di her mijarê de ji bo xêra welat û netewa xwe di nava ahengiyê de ne. Bahçelî bi rastî jî pêşniyareke wêrek û jiberşikên pêşkêş kir. Weke Serokkomar em xwe bi hemû aliyên wê yên siyasî, civakî û herêmî ve mijûl dikin. Saziyên me bêyî ku xwe di ser hûrgiliyên wê re biqevêzin dixebitin ji bo ku nirxandinên me bibin bingeh.”