Bahçelî: Banga Ocalan û daxuyaniyên Qendîlê hêja û girîng in
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî, li ser banga Abdullah Ocalan û bersiva PKKê ya ragihandina agirbestê daxuyanî dan.
Bahçelî ku banga yekem ji aliyê wî ve bo Ocalan hatibû kirin got ku ew pêşwazî li wê bangê dike û diyar kir, daxuyaniya DEM Partiyê ya bangewaziya Ocalan hêja û girîng e, daxuyaniyên ji Qendîlê hatine dayîn jî piştevan, temamkar û cihê kêfxweşiyê ne.
Bahçelî got: “Ew daxuyaniya ku li Îmraliyê hatiye nivîsîn ji serî heta binî bi hêja û girîng e.”
Devlet Bahçelî diyar kir, “Gelekî baş e ku em di destpêka heyameke pîroz a ku dê cudakariyên sexte, nelihevkirinên çêkirî û hevşaşfamkirin ji jiyana me ya neteweyî bên avêtin de ne. Dawiyê em gihîştin berbanga Tirkiyeya bêteror ya di sedsala nû de û bi vî awayî jî ji bo hilatina roja aramî û sikûneta neteweyî gelekî hindik maye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin