Perînçek li dijî banga Bahçelî ya bo Ocalan derket: Plana Amerîka û Îsraîlê ye!

22 October 2024 19:06 0 dîtin
Perînçek li dijî banga Bahçelî ya bo Ocalan derket: Plana Amerîka û Îsraîlê ye!

PeyamaKurd - Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek ku di salên 1990î de têkiliyeke wî ya baş bi Abdullah Ocalan re hebû û diçû serdana wî, bertek nîşanî gotinên Serokê MHPê Devlet Bahcelî yên derbarê banga bo Ocalan a axaftina li parlamentoyê da.

Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek li ser banga Bahçelî got: "Di derbarê axaftina Bahçelî de tenê em dikarin tesbîta bêhişmendiyê bikin. Ev kîjan qanûn, kîjan dewlet e? Lê belê, tenê dikare bibe qanûnên Amerîka û Îsraîlê. Bahçelî cesaretê dide PKKê, wateyeke wê ya din nîne. Dema ku ev axaftin tên berdewamkirin ji xeynî mezinkirina PKKê ti ecameke din nayê. PKK ji Bahçelî re li çepikan dixe. Ne Serokomar, ne Ak Partî, ne jî ti netewperestek dibe şirîkê van pêşniyaran."

Perînçek herwiha îdia kir ku banga Bahçelî dê zirarê bide nêzikatiya Tirkiye û Sûriyeyê û wiha domand: "Bahçelî plana Amerîka – Îsraîlê datîne ber Tirkiyeyê. Dê miletê tirk vê planê qebûl neke. Rêvebir û endamên MHPê yên girêdayî miletê Tirk dê teslîmî vê planê nebin. Ti hêviya miletê Tirk, dewleta Tirk, netewperestên Tirk ji Devlet Bahçelî nîne. Ew êdî heviya PKK û Amerîka-Îsraîlê ye. Ew di nav plana belavkirina hikûmetê, kaosa Tirkiyeyê de ye."