Bahçelî banga bo Ocalan dubare kir û got: Mafên yasayî, ziman, federasyon û xweserî ji bo Kurdan nabe!
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) îro 5ê Mijdarê, li koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û banga Abdullah Ocalan biçe li parlamentoyê biaxive û PKKê hilweşîne dubare kir.
Bahçelî di axaftina xwe de got ku ger Ocalan vê bangê bicih bîne dê mafê hêviyê ango derketina hepsa malê bi dest bîne û ji DEM Partiyê jî xwest, xwe dûrî CHPê bike.
Herwiha Bahçelî got ku ‘Pirsa Kurd tune ye’ û ji bo wê jî guhertina makezagonê, daxwaziyên federasyon, xweserî û mafê zimanê dayîkê jî ne mimkune pêk werin.
Serokê MHPê daxuyaniyên xwe yên hefteyên borî bi bîr xist û got: “Ez li ser gotina xwe me û li ser pêşniyara xwe rijd im. Ez bi şikandina dîwaran û rakirina nerînên kombûyî me, pêşveçûn bi vî awayî hêsantir e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin