Erdogan derbarê êrîsa Idlibê û kustina lskeran de axivî: Tirkiyê bersiv da!

03 February 2020 12:07 0 dîtin
Erdogan derbarê êrîsa Idlibê û kustina lskeran de axivî: Tirkiyê bersiv da!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Erdogan beriya serdana xwe ya bo Ukraynayê derbarê Idlibê de daxuyaniyek da û amaje kir ku Tirkiyê bersiva van êrîşan daye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê kuştina 4 leşkerên Tirkiyê li Idlibê axivî û amaje kir ku Tirkiyê bersiva van êrîşan daye.

Erdogan got, “ji bo ewlehiya welatê me û gelê me û birayên me yên li Idlibê operasyonên me berdewam dikin. Me bi heman şêweyî bersiva êrîşê da û em dê di bersivdanê de jî berdewam bin.”

Erdogan, “40 deverên cuda yên hatine tesbîtkirin bûne armanca êrîşên me û li gorî zanyariyên berdest 30-35 kez ji hêzên Sûriyê hatin kuştin.”

Serokomarê Tirkiyê ji bo aliyê rûsî jî got, "li vir muxatabên me nînin, liv ir muxatab rejimdir. Nebê hûn pêşiya me bigirin. Dema ku em qurbaniyên bidin n ne pêkan e ku em bêdeng bimînin."

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihandibû ku, li İdlibê ji ber topbaranên xurt ên Artêşa Suriyê (SAA) 4 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dane û 9 jî birîndar bûne.