Ji Erdogan û Akar civîna awarte li ser êrîsa Idlibê…
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 10ê Sibatê piştî êrîşa Tafnaz a Idlibê ku 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûne, bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar re civîneke awarte pêk anî.
Derbarê naveroka civînê de hîn ti daxuyaniyek nehatiye ragihandin.
Piştî êrîşê Wezareta Berevaniya Tirkiyê êrîşa ser Taftanazê êrîş piştrast kir û ragihand ku hêzên Tirkiyê demildest bersiv dane hêzên rejîma Sûriyê û xwîna leşkerên wan li erdê nemaye.
Dema êrîş pêk hat, heyeta Rûsyayê li paytexta Tirkiye Enqerê di civînê de bûn ku tê diyarkirin, ji civîna li ser krîza Idlibê ti encamek derneketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin