AK Partî bi seroktiya Erdogan civîna awarte li dar dixe
PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên 31ê Adarê ku partiya deshilatdar AK Partî bi taybet li bajarên mezin ên Tirkiyeyê û bajarên Bakurê Kurdistanê hejmara şaredariyên xwe kêm kir, ji bo nirxandina encamên hilbijartinan dicive.
Hate ragihandin ku sibe 2yê Nîsanê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê (Partiya Dad û Geşepêdanê) AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, Desteya Navendî ya AK Partiyê civîneke awarte ji bo nirxandina encamên hilbijartinan li dar dixe.
Hêjayî gotinê ye, di 18 hilbijartinên ji sala 2001ê ve cara yekem CHP dibe partiye yekem û AK Partî jî tevî ji destdana metropolên wekî Stenbol, Enqere, Bursa û gelek bajarên din dibe partiya duyem. Erdogan doh piştî diyarbûna encaman ragihandibû ku wan encamên dixwazin bi dest nexistine.
Li gorî encamên nefermî li seranserê Tirkiyê CHPê 35 AK Partiyê jî 24 şaredariyên bajaran bi dest xistine. Herwiha DEM Partiyê jî li Bakurê Kurdistanê 10 bajar û bi tevahî 75 şaredarî bi dest xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin