Mezlûm Kobanî: Dema civîna Trump-Erdogan Tirkiyê bi êrîsan agirbest binpê dikir

14 November 2019 12:03 0 dîtin
Mezlûm Kobanî: Dema civîna Trump-Erdogan Tirkiyê bi êrîsan agirbest binpê dikir

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Kobanî dema ku civîna Erdogan-Trump li Koşka Spî birêve diçû ragihand ku artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê êrîşî 3 gundên Til Temirê dikin.

Trump piştî civîna ligel Erdogan li ser rêkeftina bi Tirkiyê re hatiye kirin got ku agirbest pir baş dewam dike, Kurd jî jê kêfxweş in û Tirkiye jî pabendî rêkeftinê ye.

Mazlûm Kobanî berevajî daxuyaniyên Trump li ser twitterê got, topxaneya Tirkiyê çend deverên bakurê bajarê Til Temir topbaran kir û ji ber wê êrîşê hejmarek mezin ji kesên sivîl koçber bûne, herwiha hejmarek qurbanî jî hene.

Kobanî got, êrîş agirbestê bi eşkere binpê dike, bi awayekî ku ji dema ragihandina agirbestê Tirkiyê 1100 km çargoşe kontrol kiriye.

HSD herwiha radigihîne ku ligel agirbesta 17ê Cotmehê jî şer ranewestiyaye û êrîş hem bejahî hem jî bi balafirên keşfê yên biçekirî berdewam in.

Ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA jî ragihand ku hêzên hikûmeta Tirkiyê careke din li gundê Menacîr ê bakurê rojavayê Til Temir bicih bûne ku berî çend rojan ji wî gundî derdeketibûn.