Mezlûm Kobanî bi Trump re axivî: Soza pistgiriya demdirêj da...
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wî bi Serokê Amerîka Donald Trump re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.
Fermandarê HSDê got ku ew bi Serok Trump re axivîye ji bo hewlên wî yên agirbestê û rawestandina êrîşên xedar ên cîhadîstan û artêşa Tirkiyê spasî lê kiriye.
Li gorî ragihandina Berdevkê Ragihandina HSDê Mustefa Balî, Ebdî binpêkirinên agirbestê yên aliyê Tirkiyê ji Trump re eşkere kirine û gotiye, Serok Trump soz daye bi HSDê re di warên cûda de, ji bo hevkarî û şirîkatiyeke demdirêj alîkariyê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin