General McKenzie bi Mezlûm Kobanî re civiya û soza alîkariyê da

26 January 2020 23:47 0 dîtin
General McKenzie bi Mezlûm Kobanî re civiya û soza alîkariyê da

PeyamaKurd – Fermandarê Amerîkayê yê Hêzên Rojhilata Navîn General Frank McKenzie serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li baregeheke leşkerî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî re hevdîtinek pêk anî. McKenzie diyar kir ku li ser daxwazên Mezlûm Kobanî wî jê re gotiye, ew dê ji bo parastina qadên petrolê ji HSDê re bibin alîkar.

General McKenzie piştî hevdîtinê daye xuyakirin ku Mezlûm Kobanî ji Amerîkayê daxwaz kiriye garantiya alîkariya şervanên wan bide û wî jî jê re gotiye, dê Amerîka erkên li dijî DAIŞê berdewam bike û ji bo parastina qadên petrolê jî ji HSDê re bibe alîkar.

McKenzie got, “Ew dizane û ez jî tevî wî dibim, emê heta sed salan li vir nemînin. Bi rastî jî nizanim emê heta kengî li vir bimînin û ji bilî xebata bi hev re ya şirîkên me yên vê derê min ti fermaneke din nestandiye.”

Generalî Amerîkî li 5 baregehên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kirin.

McKenzie da zanîn ku piştî rageşiya bi Îranê re car din operasyonên wan ên dijî DAIŞê zêde bûne û hefteyê 3-4 operasyonan encam didin ku ji vê gelekî razî ne.