Nûnerên ENKS û PYDê bi amadebûna Mezlûm Kobanî civiyan

11 June 2020 16:04 0 dîtin
Nûnerên ENKS û PYDê bi amadebûna Mezlûm Kobanî civiyan

PeyamaKurd – Gera duyem a danûstandinên yekrêziya navmala Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi civîneke li bajarê Hesekê ya bi beşdariya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî û nûnerên partiyên herdu aliyên PYD û ENKSê dest pê kir.

Di çarçoveya danûstandinên Kurdî-Kurdî û hewlên bo yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, şandên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) li bajarê Hesekê civiyan.

Li gorî nûçeya Rûdawê, şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û şanda Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) roja Çarşemê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê civiyan.

Çavkaniyekê ragihandiye ku civîn bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî birêve çûye û ji her aliyekî 7 kes di civînê de amade bûne.

Li gor zanyariyan, şanda Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd endameke xwe ku berê hatibû destnîşankirin, bi Asya Ebdulla guhertiye û di civîna duh de Asya Ebdulla amade bûbû.

Civîna doh wekî destpêka qonaxa duyem a danûstandinên ENKSê ligel PYDê û Rêveberiya Xweser tên dîtin, lê hê jî herdu aliyan ti daxuyaniyek fermî nedane û destpêkirina qonaxa duyem ranegihandine.