Mezlûm Ebdî banga dîyalogê û vegera ser masê li ENKS û PYDê kir...
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di civîneke derbarê salvegera 100emîn a Peymana Lozanê de ku li bajarê Hesekê hate lidarxistin de, daxuyaniyên girîng dan.
Ebdî di axaftina xwe de, banga piştgirîdana destkeftiyên Başûrê Kurdistanê kir û hêvîya xwe ya vegerandina ser masê ya partiyên ENKS û yên bi ser PYDê ve anî ziman ku ji nû ve dest bi danûstandinan bikin.
Ebdî: Divê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bên parastin
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir, “Siyaseta înkarê ya bi Peymana Lozanê re dest pê kiriy, ti encamên xwe pêk neanîne û têk çûne. Îro li Rojhilata Navîn derfet di destê Kurdan de heye ku rastiya doza xwe û hebûna xwe di nexşeya Rojhilata Navîn de îsbat bikin."
Mezlûm Ebdî got: “Li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên Kurdan hene û divê ew bên parastin û piştgirîkirin.
Ebdî, bang li hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdistanê kir ku berxwedan û têkoşînê bidomînin, hêz û gotara xwe bikin yek, bêyî pêşmercan bikevin nava tevgerê û qonaxê bi awayekî zelal binirxînin, da ku derfetan ji dest nedin.
‘Em bê şert û merc ji bo dîyaloga aliyên Kurdî amade ne’
Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê Mezlûm Ebdî da xuyakirin ku ew di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bêyî şert û merc ji bo her cure diyalog û yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê amade ne.
Ebdî di dewamê de got: “Me bi rêya destpêşxeriya xwe, hewl da ku rêzên hêz û aliyên siyasî yên navçeyê bikin yek û me karî bigihin nexşerêyeke siyasî, lê ew rawestiya û berdewam nebû. Em amade ne ku wan gotûbêjan di navbera hemû aliyan de dest pê bikin. Ev qonax, qonaxa yekxistina hewl û kedan e û em hêvîdar in ku aliyên Kurdî vegerin ser maseya diyalogê.”
Hêjayî gotinê ye, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) ku PYD pêşengtiya wan dike, ji Mijdara 2019an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û HSDê dest bi danûstandinên yekrêziya kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de kiribûn, lê ew danûstandin demeke dirêje rawestiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin