Mezlûm Ebdî banga yekhelwestiya dîyaloga Samê li aliyên Kurd kir

15 December 2024 08:22 0 dîtin
Mezlûm Ebdî banga yekhelwestiya dîyaloga Samê li aliyên Kurd kir

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bang li partiyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê kir ku xwe ji berjewendiyên partîtiyê bi dûr bixin û ji bo danûstandinên Şamê yekhelwest bin.

Ebdî li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê got, “Em ji hemû aliyên Kurdan hêvî dikin ku xwe dûrî berjewendiyên partîtiyê bixin û bi erênî nêzîkî yekhelwestîyê bibin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê wiha got: “Îro, yekîtîya niştimanî ya Kurdan li Sûriyeyê pêwîstiyeke dîrokî ye û bersiva metirsîyên vê qonaxê ye.

Em ji hemû aliyên Kurdan hêvî dikin ku xwe dûrî berjewendiyên partîtiyê bixin û bi rengekî erênî nêzîkî bangên gelêrî yên ji bo diyalogê û yekhelwestîyê bibin.

Em gazî hemû kesan dikin ku bi awayekî erênî nêzîkî xebatên heyî yên ji bo pêkanîna yekîtiya niştimanî ya Kurdan bibin da ku em bigihin helwesteke piştgir ji bo diyaloga Sûriyeyê û beşdarî paşeroja Sûriyeya demokratîk û pirreng bibin.”