Mezlûm Ebdî banga besdarbûna kampanyaya naskirina statuya Rojava kir

18 July 2021 10:24 0 dîtin
Mezlûm Ebdî banga besdarbûna kampanyaya naskirina statuya Rojava kir

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî banga beşdariya li kampanyaya naskirina statûya Rêveberiya Xweser kir.

Mezlûm Ebdî bi boneya salvegera biryara avakirina Rêveberiya Xweser ku kampanyayek li ser medya civakî tê destpêkirin bangewaziyek kir.

Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Êvara 18ê Tîrmeha 2012an li saet 20:00 me biryara şoreşa Rojava stand. Em vê rojê li tevaya gelên Bakur Rojhilatê Surî pîroz dikin. Şoreşa Rojava gelê me û cîhan ji tarîtîya DAIŞê parast, lê êdî dem dema tacîdarkirina vê şoreşê ye.”

Ebdî ji bo nasandina Rêveberiye Xweser banga beşdariya li kampanyaya ser medya civakî kir û got, “Sibe (îro Yekşemê) saet 20:00an em ê li ser tora civakî dest bi kampanyayê bikin, da ku bigihîje hemû saziyên cîhanê.”