MSD: 'Banga dîyaloga Tirkiyê ya Mezlûm Ebdî ji bo çareseriyê ye'

21 July 2024 14:22 0 dîtin
MSD: 'Banga dîyaloga Tirkiyê ya Mezlûm Ebdî ji bo çareseriyê ye'

PeyamaKurd - Nûnerê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Almaniyayê Rizgar Qasim, li ser daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ku banga dîyalogê bi Tirkiyê re kiribû axivî û got, “Nîşandana amadehiya ji bo danûstandinan, ne ji ber lawaziyê ye, lê dibe ku ji bo çareseriyê ye.”

Nûnerê MSDê Rizgar Qasim li ser daxuyaniya Mezlûm Ebdî ji K24ê re gotiye: “Ev ne cara yekem e ku MSD û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî radigihînin ku ew amade ne danûstanê bi Tirkiyeyê re bikin, ji ber ku ne em êrîşî aliyên dikin, lê belê em xak, gel û berjewendiyên xwe diparêzin û ew êrîşî me dikin, dema daxuyaniyê wiha ji aliyê me ve derdikevin, wateya wê, em ne şerxwaz in, belkû aştîxwaz in.”

Rizgar Qasim got: “Em dixwaza diyalogê ji hemû aliyên ku bi pirsa Sûriyeyê re têkildar in dikin, çi aliyên navxweyî, herêmî û navdewletî bin.”

Qasim diyar kir: “Ev daxuyanî û daxwaza danûstandinan, nayê wateya ku em dest ji destkeftiyên xwe berdin. Em van destkeftiyên ku bi qurbaniyên giran hatine bidestxistin, ne didin rêjîma Sûriyeyê û ne jî Tirkiyeyê wek aliyekî dagîrker. Nîşandana amadehiya bo danûstanê, ne ji ber lawaziyê ye, dibe ku ji bo çareseriyê ye.”

Li ser helwesta Amerîkeyê jîNûnerê MSDê li Almanyayê got: “Amerîka wek hevalbendeke Tirkiyeyê di NATOyê de, fişarê li Tirkiyeyê dike ku danûstandin çêbibe, lê mixabin Tirkiye nake. Tirkiye rolekê bi dewletên beşdarên Astanayê re digire, bi armanca ku Rêveberiya Xweser têk bibe.”

Rizgar Qasim anî ziman: “Berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê li herêmê hene, Amerîka ne ji bo kurdan û ne jî ji bo ti miletekî din jî berjewendiyên xwe têk nade, ku di hin cihan de jî berjewendiyên me jî bi yên Amerîka, Fransa û Hevpeymaniya Navdewletî re digihin hevdu.

Li ser pirsa ku MSD û HSD amade ye danûstandinê bi Tirkiyeyê re bike, lê çima ne amade ye ku danûstandinê bi ENKSê re bike, Rizgar Qasim got: “Pirsgirêk li cem ENKSê ye,  ne ku li cem Rêveberiya Xweser, HSD û MSDê ye. Di vê çareçoveyê de em bang li ENKSê dikin ku tevlî kongreya hêzên siyasî yên li ser xaka Sûriyeyê bibe ku MSD li ser wê kar dike û biryar e di meha Cotmeha bê de lidar bikeve, bibe.”