Mezlûm Ebdî: Em amade ne ewlehiya sînorên bi Tirkiyê re radestî Samê bikin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di hevpeyvînekê de ragihand, “Em amade ne ewlehiya sînoran radestî desthilata nû ya Sûriyeyê bikin” û got, “Divê bilez kar ji bo diyalog û avadankirina Sûriyeyê bê kirin.”
Mezlûm Ebdî da zanîn, di roja duyem a şer û rûbirûbûnên ligel rejîma Esed de hevahengî bi operasyonên leşkerî re hebû, tevî ku ti lihevkirinên pêşwext bi Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) re nebûn ku Ehmed Şera serkirdetiya wê dike.
Ebdî got, “HSD amade ye tevlî artêşa Sûriyeyê ya nû bibe, lê piştî lihevkirina li ser awayê wê yê guncaw.”
Mezlûm Ebdî, girîngiya yekparçebûna Sûriyeyê anî ziman û da xuyakirin, dê ew yek bi diyarkirina awayê sîstema siyasî ya îradeya gelê Sûriyeyê û danûstandinên destûrî pêk were.
Li ser êrîşên bi ser Kobaniyê de jî Mezlûm Ebdî hişyariya çêbûna karesateke mirovî da bi bîr xist, HSDê bi rêya navbeynkaran pêşniyar ji bo Enqereyê kiriye ku deverê ji çekan paqij bike, lê heta niha bersiv nedane vê pêşniyarê.
Mezlûm Ebdî daxwaza diyaloga rasterast û giştgir û bilez dike, ji bo çêkirina serdemeke piralî, aramî, aştî û ewlehîyê, da ku Sûriye pêngavekê ji bo dubare avadankirinê bavêje.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, dubare got ku ew amade ne berpirsyariya ewlehiya sînoran radestî desthilata nû ya Sûriye ya li Şamê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin